Sûriye: Amerika HSD avakiriye û DAIŞ tevlî wê kiriye

Hikumeta Sûriyê radighîne, Amerîka HSD ava kiriye û çekdarên DAIŞê jî, tevlî wê kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikumeta Sûriyê radighîne, Amerîka HSD ava kiriye û çekdarên DAIŞê jî, tevlî wê kiriye.

Nûnerê Sûriyê li Neteweyên Yekgirtî Beşar Ce'ferî li civîna Civata Asayişa Navdewletî derbarê rewşa mirovî ya Sûriyê ragihand, Hêzên Sûriya Demokrat bi alîkariya Amerîka hatiye avakirin û çekdarên DAIŞê tevlî wê kiriye.

Ce'ferî got jî, HSD bi piştevaniya Amerîka komkûjî pêk aniye û gelek binpêkirin derheqê welatiyên navçeyê pêkaniye.

Herweha hikûmeta Sûriyê radighîne, Tirkiye demografiya navçeyên di bin kontrola xwe de diguherîne.

Nûnerê Sûriyê li Neteweyên Yekgirtî Beşar Ce'ferî di civîna Civata Asayişa Navdewletî ku derbarê rewşa mirovî ya wî welatî hatibû lidarxistin, ragihand, Tirkiyê yekîtiya xaka Sûriyê dike armanc û demografiya navçeyê, ku di bin kontrola wê de ye diguhere, û hêviya Erdogan jî, vegerandina dewleta Osmanî ye.

Ce'ferî got jî, hebûna her hêzekê liser xaka Sûriyê bê erêkirina hikûmeta wê, êrîşkirin û dagîrkerî ye.

 

 

 

C.B