Emerîka: Em bi tundî bersiva gefên Îranê dê bidîn

Con Boltin, Rawêjkarê Asayîşa Neteweyîya Emerîkayê ragehand. Em bi tundî bersiva gefên Îranê dê bidîn û Me bawerî heye ku Îran berpirse û li pişta wan hêrişane ewên hatîne encamdan li dijî gemîyên petrolhelgir di kendavê de.

K24- Hewlêr

Roja 12ê Eyarê 2019yê çar gemîyên petrolhilgir li nêzîk bendra Fuceyre ya Îmaratê kevtin ber hêrişekê û zîyan gehişte wan gemîyan, Eemerîka jî Supayê Pasdaran tuhemtbar dike bivê hêrişê.

Girjîyên di navber a Emerîka û Îranê de heya dihê zêde dibe, herçende berpirsên bilnd ên herdû alîyan dijî ragehdina Cengê ne, lê  herdû  alî berdewam in li ser axivtin û gotinên tind li hevber hevdû.

Emerîka li benda wê yekê ye Tehranê naçar bike dest bi danûstandinan bike, li bernaber evê yekê jî Îran danûstandinan  red dike. Lê li gor rojnameya  Wol Conral a Emerîkayê , aşkera kirîye ku Îran li gel danûstanên Mercdare û daxwaz kirîye berî destpêkirina danûstandinan, Waşintun sizayên ser petrola Îranê kêm bike.