Peyamên pîrozbahîyê bi boneya hilbijartina Nêçîrvan Barzanî wek serokê Herêma Kurdistanê

Perlemana Kurdistanê mitmane û bawerî bexşîye Nêçîrvan Barzanî bo posta serokê Herêma Kurdistanê.

K24- Hewlêr

perlemana Kurdistanê mitmane û bawerî bexşîye Nêçîrvan Barzanî bo posta serokê Herêma Kurdistanê.

Piştî hilbijartinê û bawerî bexşînê, Nêçîvan Barzanî di peyamekê de ragehand, serokatîya Herêma Kurdistanê dibe seywana yekrêzîya alîyên sîyasîyên Herêma Kurdistanê.

Piştî wergirtina mitmane û bawerîyê hijmereka kes û alîyan li ser astê hidûrî û derveyî peyamên pîrozbahî arasteyê Nêçîrvan Barzanî kirin.

Evên xwarê jî pişkek in ji wan peyaman in:

 

Dadwer Bengîn Qasim Mehemed Serokê Civata Dadwerîyê li Herêma Kurdistanê, peyameka pîrozbahîyê arsyteyê Nêçîrvan Barzanî kir bi boneya hilbijartina wî wek serokê Herêma Kurdistanê. Ev jî deqa wê peyamêye:

Bi hilekefta  wergirtina bawerî û mitmaneyê ji perlemana Kurdistanê û hilbijartina hewe yên rêzdar  wek serokê Herêma Kurdistanê germtirîn pîrozbahîyê li hewyên rêzdar dikîn. Di salên bûrî de herêma Kurdistanê bi qonaxên dijwar re bûrîye û di wan qonaxan de hun ên rêzdar wek serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, rol û bandora mezin hebû di bûrandina re wan krîz û tengijeyan de û serkirdatîkirina Herêma  Kurdistanê ber bi lêvarên aram. Niha jî bi hilbijartina hewe yên rêzdar wek serokê Herêma Kurdistanê, hêvîya serkevtinê ji we re dixwazin û hêvîdarîn wek çawa berê hun ên rêzdar nimûneyê serkevtî bûn di karê bi hevpişk û be hev re biryardanê bo çareserkirina arîşeyan û bûrandina qonaxên dijwar. Di salên dahatî jî de, Herêma Kurdistanê bi hewl û kêferata hewe yên rêzdar  pêngavê cidî bihên havêjtin bo çaksazî û çespandina yasa û hevkarî û hevahengîya her sê desthilatan li Herêma Kurdistanê. Ew jî bi armnaca bihêzkirina ezmûna Herêma Kurdistanê.

 

Adil Ebdulmehdî, serok wezîrên Îraqê, pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî dike.

Adil Ebdulmehdî, serok wezîrên Îraqê, di peywenîdîyeka telfonî de pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir  bi boneya hilbijartina  wî wek serokê Herêma Kurdistanê ji alîyê perlemana Kurdistanê ve û hêvîya serkevtinê bo xwazt di erkên xwe yên nû de.

Di beranber de, Nêçîrvan Barzanî, supasîya Adil Ebdulmehdî kir bo wê peywendîya telefonî û pîrozbahîkirinê û tekez kir li ser amdeyîya Herêma Kurdistanê bo bihêzkirina peywendîyan û çareserkirina arîşeyan bi danûstan û dîyalog.

Di wê peyamê de hatîyejî:  

 

Necmedîn Kerîm parêzgarê yasayîyê Kerkûkê peyamek pîrozbahîyê arasteyê Nêçîrvan Barzanî kir.

Necmedîn Kerîm piştî pîrozbahîkirnê gotîye, Birayê hêja, destbikarbûna we li posta serokê Herêmê di demekê de ye ku dever bi kawdaneka dijwar re dibûre û ez bi bawerim hun bi sîyaseta hekîmane ya xwe dikarin pêgeh û parsengîya Herêma Kurdistanê di nav hevkêşe yên deverê biparêzin.

Herweha di peyama pîrozbahîyê de hatîye: Rola canebê we di çareserkirina arîşeyên evro yên Kerkûkê berçavin û bilind dihên nirxandin.

Herweha dibêje: Dixwazim di hewlên xwe de berdewam bin bo komkirina tevaya alîyên sîyasî di çarçoveya berjewendîya nîştîmanîya  gelê Me de û serkevtinê zêdetir bi dest xwe ve bihînin.

 

Beşîr Hedad cêgirê dûyê yê serokê perlemana Îraqê peyama pîrozbahîyê arsteyê Nêçîrvan Barzanî kir û di peyam wî de hatîye: Me bawerîya temam heye ku serokatîya nû hilbijartî ya Herêma Kurdistanê rolek bi bandor  dê heb li avedankirina  peywendîyên mikum û baştir di navbera hemû partî û alîyên sîyasî yên Kurdistanî de û ji hev nêzîkirina hizr û nerînan ji bawerîbûnê bi yekrêzîya mala Kurd û yekxistin û pêşkeşkirina baştirîn xizmetkarîyan bo hevwelatîyan.

Herweha di peyama Hedad de hetîye: Nêçîrvan Barzanî ezmûneka çend salên berdewam  heye di serokatîkirina hikumeta Herêma Kurdistanê de û bêguman rol û bandora wî ya sîyasî li ser astê welat berdewam dibe.  Em ji cenabê te çaverê dikîn zemînesazîyê bikin bo çareserkirina wan arîşe û pirsê hilpisartî mane di navbera Bexdayê û Hewlêrê de. Herweha bo bihêzkirina peywendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û hêzên sîyasî yên din yên Îraqê. Hêvîdarîn aştî û avedanî li Kurdistanê û hemû Îraqê biçespe.

 

Helbûsî peywendîyeke telefonî bi Nêçêrvan Barzanî re kir.

Herweha Mehemed Helbûsî, serokê Civata Nwênerên Îraqê peywendîyeka telefonî li gel Nêçîrvan Barzanî encam da û pîrozbahîya hilbijertina wî kir bo postê serokê Herêmê.

Nivîsgeha ragehandina serokê Civata Nwênerên Îraqê ragehandîye, Helbûsî bawerîya xwe nîşan daye bi şîyan û nerînên Nêçîrvan Barzanî ku dibe sedema serkevtina wî di erkên xwe de û hêvîya serkevtinê xwaztîye bo gel li Herêma Kurdistanê.

Mekteba Sîyasîya Hizba Demukrata Kurdistana Suryayê  jî peyama pîrozbahîyê arasteyê Nêçîrvan Barzanî kirîye û têde hatîye: Hilbijartina Nêçîrvan Barzanî hilbijartina rêbaza Barzanîyê nemire di xebat û qurbanîdan û dilsojîyê de û heya niha bizoka bingehîya xbata neteweyîya Kurde ji bona mafên neteweyî û nîştîmanî û dîmukrasîyê gelê Kurdistanê.

 

Birêt Makgork,nêrdeyê berê yê serokê Emerîkayê bo Hevpeymanîya dijî Daişê, di peyama xwe dibêje Nêçîrvan Barzanî  ji wan serkdeyane ku bo rojhilata navîn pêdivîne.

Ji bilî astên Kurdistanî û Îraqî hijmareka kunsil û nwênerên welatên bîyanî li herêma Kurdistanê pîrzbahî arasteyê Nêçîrvan Barzanî kirîne  û ji wan jî: Con Wîliks, kunsilê Birîtanîyayê û di peyama wî de hatîye, Pêdivîye Em hemû bi hev re bîn wek Kurd û Îraqî li gel hevalên we wek Birîtanyan bo veqoztina wan delîveyên li pêşîya me ne bi baştirîn awayî.

Kunsilê  giştîyê Emerîkayê li Hewlêrê jî dibêje ûmêd dikîn li gel serok Barzanî kar bikîn di çar salên ayînde de.

 

Sertaç Bucak, serokê giştîyê Partîya Demukrata Kurdistanê yê bakûr di tiwîtekê de pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî dike û dibêje: Îro wek Serokê Herêma Kurdistanê li Parlamanê Kurdistanê hat hilbijartin. Em bi dil û can Birez Neçirvan Barzanî pîroz dikin. Ser xêre be!