Vekolîn berdewamin li ser bikaranîna çekên kîmawî ji alîyê hikumeta Suryayê ve
Wezîrê derve yê Firansayê got , hin belge li ber destê wan hene , ku hikumeta Suriyê çekên kîmawî dijî sivîlan , li parêzgeha Idilbê li Suriyê bikaranye. da zanîn jî dibe ku ew ji belgeyên xwe piştrastbin , û piştre bilivin.
K24- Hewlêr
Wezîrê derve yê Firansayê got , hin belge li ber destê wan hene , ku hikumeta Suriyê çekên kîmawî dijî sivîlan , li parêzgeha Idilbê li Suriyê bikaranye. da zanîn jî dibe ku ew ji belgeyên xwe piştrastbin , û piştre bilivin.
Di vê derbarê de, nûnerê Firansa li Netewyên Yekgirtî derbarê rewşa mrovî li Sûriyê ragehand, ewê bi tundî bersivê bidin eger êrîşek kîmawî li Sûriyê hatibe encamdan.
Wezîrê derve yê Firansayê Can Îf Lodiryan di perlemana welatê xwe de got , hin belge liber destê wan hene , ku hikumeta Suriyê çekên kîmawî dijî sivîlan , li parêzgeha Idilbê li bakurê rojavayê Suriyê bikaranye , lê ev belge ta niha lêkolîn li ser tênekrin .
Lodiryan got jî , dibe ku ew agedar bin, jiber ku dibe ew ji belgeyên xwe piştrastbin , û piştre tevgerê bkin
Di vê derbarê de û ji alyê xwe ve , nûnerê Firansayê li Netewên Yekgirtî Franços Delattre di civînaya Cvata Asayîşa Navdewletî derbarê rewşa mrovî li Sûriyê ragehand, ewê bi tundî bersiv bdin eger êrîşek kîmawî li Sûryê hatbe encamdan, û tekezî li rawestandna şerê li Idlibê, herweha rêzgirtin li yasayên navdewletî û gringya çareserya siyasî ji bo rewşa wî welatî kir.
Di 23 vê mehê de Emerîka ragehandibû , hin rapor li ber destê wan hene ku amejene ji bikaranîna çekên kîmawî re dema ku hêza hikumeta Suriyê û alîgrên xwe li parêzgeha Idilbê êrîşek birine ser Bereya Tehrîr Elşam .
Ev yek di demekê de ye , ku Emerîka , Birîtanya û Firansa , di nîsana sala derbasbûy de 3 bingehên Suriyê kirine Armanc : Ew jî bi hinceta ku li derdora Şamê, hikumetê êrîşek bi xaza Kilorê encam dabû û bi dehan sivîl bûne qurbanî. Herweha opozisyona Sûryê jî , hêzên hikumeta wî welatî bi bikaranîna çekên kîmawî li roja 19ê vê mehê li bajarokê Kebanîyê parêzgeha Laziqyê tohmetbar kiribû.