Xwendekar û ciwanên Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyê li Nêçîrvan Barzanî dikin
Bi boneya hilbijartina wî wek Serokê Herêma Kurdistanê, Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokratî Kurdistanî – Rojava pîrozbahiyê li Nêçîrvan Barzanî dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi boneya hilbijartina wî wek Serokê Herêma Kurdistanê, Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokratî Kurdistanî – Rojava pîrozbahiyê li Nêçîrvan Barzanî dike û radigihîne, hilbijartina Cenabê we cihê hêvî, serbilindî û bawariya Gelê Kurdistanê ye û bi taybet Ciwan û Xwendevanên Kurdistanê.
Di daxuyaniya Komîta Cibicîkar a Yekîtiya Xwendevanan de hat: “Bi helkefta hilbijartina Cenabê we wek Serokê Herêma Kurdistanê, Komîta Cêbecîkar ya (Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokratî Kurdistanî - Rojava) bi navê tevahiya serkirde û endam û layingerên Yekîtiyê pîrozbahiyek gerim arasteyî tevahiya Miletê Kurd û bi taybet Ciwan û Xwendevanên her 4 Parçeyên Kurdistanê dike.
Miletê Kurd ji tevahiya Cîhanê re nîşana fêrbûna şêweyê Proseya Demokrasiyê û hukumraniyê diyar kir, di rêya hilbijartina Cenabê we ji layê Nûnerên Gelên Kurdistanê di Parlamentoya Kurdistanê de.
hilbijartina Cenabê we cihê hêvî, serbilindî û bawariya Gelê Kurdistanê ye û bi taybet Ciwan û Xwendevanên Kurdistanê.
Herwiha em rola û palpişî û handana Cenabê we di damezrandina Yekîtiya me de berz û bilind dinerxînin.
Di dawî de pîrozbahiya xwe bo Cenabê we dubara dikin û hevîya serkeftinê ji we re dixwezin bo xizmeta Miletê Kurd û çespandina Mafê rewayî yê Miletê me, herwiha bawariya me bi nûneratî û serokatiya Cenabê we bo Doza Miletê Kurd tê wek berdewamî ji rêça Xebat û rizgariyê ya Lêvegera bilindî a Kurdistanî ya Cenabê Serok Mesûd Barzanî.”
S. B