Brîtanya pîrozbahiyê li Nêçîrvan Barzanî dike
Bi boneya hilbijartina Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê, Wezîrê Derve yê Brîtanyayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Nêçîrvan Barzanî kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi boneya hilbijartina Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê, Wezîrê Derve yê Brîtanyayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Nêçîrvan Barzanî kir.
Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Jeremy Hunt peyama pîrozbahiyê li twittera xwe belav kir û nivîsî: “Niha xweşhal im ku Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin.”
Jeremy Hunt amaje bi wê yekê kir, pêwendiyên Brîtanyayê yên bihêz bi berdewamî bi Herêma Kurdistanê re hebûn.
Tekez kir jî, welatê wî piştevaniyê li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dike, di avakirina giyanê yekgirtî û lêborînê li Kurdistan, Iraq û Cîhanê de.
Delighted that @PMBarzani has now been elected as President of the Kurdistan Region of Iraq. The UK has always enjoyed a close relationship with @Kurdistan and will support President Barzani as he helps to build unity and reconciliation in Kurdistan, Iraq and beyond.
— Jeremy Hunt (@Jeremy_Hunt) May 29, 2019
Roja 28ê Gulana 2019an Parlemantoya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wek duyem Serokê Herêma Kurdistanê hilbijart.
81 parlemantar amadeyî civîna hilbijartina Serokê Herêmê bûn û tê de Nêcîrvan Îdrîs Barzanî bi piraniya dengê parlemanterên amadebûyî ku 68 deng wergirtibû, hat hilbijartin.
S. B