HDP: Operasyona Xakurkê ne çareserî ye

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) radigihîne, operasyona Xakurkê ne çareserî ye. Çareserî danûstandina demokratîk e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) radigihîne, operasyona Xakurkê ne çareserî ye. Çareserî danûstandina demokratîk e.

HDP bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn li dijî operasyona Xakurkê nîşan da û banga aştiyê kir.

HDP dibêje, operasyona Xakurkê li dijî yasayên navnetewî ye û binpêkirina mafê serweriya welatekî cîran e. Herwiha operasyona Xakurkê dubarekirina siyaseta şerxwaz a 40 salan e. Heta niha 30 operasyonên bi vî rengî hatine kirin û yek ji wan jî çareseriyê bi xwe re neanîne.

Herwiha HDP diyar dike, digel vê rastiyê, bi vê operasyonê armanca hikûmeta Tirkiyê gerentîkirina desthilatdariya xwe ya siyasî ye û tê xwestin berî hilbijartinên Stenbolê, li ber termên leşkeran bangeşeya hilbijartinê were kirin.

HDP tekez dike: Şer û operasyonên leşkerî pirsa Kurdî çareser nake.  Riya çareseriyêm danûstandina demokratîk û lihevkirina civakî ye.

Wezareta Bergîriyê ya Tirkîyê ragihandibû, wan ji roja 27ê Gulanê ve operasyona xwe li çîyayê Xakurk û derdora wî destpê kirin.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment