Rêveberiya Xweser 148 zarok û jin radestî Ozbekistanê kirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di kongreyek çapemeniyê de 148 jin û zarokên DAIŞ‘ê yên ji Ozbekistanê radestî hikumeta Ozbekistanê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di kongreyek çapemeniyê de 148 jin û zarokên DAIŞ‘ê yên ji Ozbekistanê radestî hikumeta Ozbekistanê kirin.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi amadebûna Berdevkê TEV-DEMê Kemal Akif, Konsulê Giştî yê Ozbekistanê li Imarata Erebî Elî Şêr Solomov, şandeyek ji YPG û Desteya Jinê a Herêma Cizîrê duhî 148 jin û zarokên DAIŞ‘ê yên ji Ozbekistanê radestî hikumeta Ozbekistanê kirin.

Di kongreyê de aliyên Rêveberiya Xweser radestkirina 148 DAIŞ‘yên li kampa Holê diman ragihand û diyar kir, ev kes di çarçoveya pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê de xwe radestî HSD‘ê kirin.

Berdevkê TEV-DEMê Kemal Akif ragihand ku li ser daxwazeke fermî ji aliyê hikûmeta Ozbekistanê, wan 88 zarok û 66 jinên Ozbekî radestî welatê wan kirine.

Ew jin û zarokên DAIŞê ji aliyê Konsulê Giştî yê Ozbekistanê li Imarata Erebî Elî Şêx Solomov hatin wergirtin û Di dawiya kongreyê de herdu aliyan belgeya radestkirinê îmze kirin.

 

S. B