Şasiwar Ebdulwahîd hat berdan
Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê da zanîn, Serokê Tevgera Nifşa Nû Şasiwar Ebdulwahîd, ku ji ber giliyên parlementereke partiya xwe ji aliyê asayişa Silêmaniyê ve hatibû girtin, hat berdan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê da zanîn, Serokê Tevgera Nifşa Nû Şasiwar Ebdulwahîd, ku ji ber giliyên parlementereke partiya xwe ji aliyê asayişa Silêmaniyê ve hatibû girtin, hat berdan.
Asayişa YNKê da zanîn, Serokê Nifşa Nû Şasiwar Ebdulwahîd û tevahiya desteserkiriyên Nifşa Nû bi kefalet ji aliyê asayişa Silêmaniyê ve hatin berdan.
Şasiwar Ebdulwahîd bi tometa bikaranîna amûreyên pêwendiyê û mobile bi awayekî xirap bikar anîbû, ji aliyê asayişa Silêmaniyê ve berî 2 hefteyan hatibû girtin.
Tevgera Nifşê Nû û parêzerên Şasiwar Ebdulwahîd pêştir ragihandibûn, dosyaya bikaranîna xirap ji amûreyên pêwendiyê ne girêdayî asayişê ve ye, belkû girêdayî polîsan e.
S. B