HDP: Daxwazên xwe yên serfiraziyê digihînin Serokê herêma Kurdistanê

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan û Sezai Temelli, bi egera hilbijartina Nêçîrvan Barzanî wekî Serokê herêma Kurdistanê, nameya pîrozbahiyê ragihandin

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan û Sezai Temelli, bi egera hilbijartina Nêçîrvan Barzanî wekî Serokê herêma Kurdistanê, nameya pîrozbahiyê ragihandin. Ev naveroka nameya HDP ye, ku gihiştî destê K24.

Birêz Nêçîrvan Barzanî

Serokê herêma Kurdistanê

Bi hêviya, erkê Serokatiya herêma Kurdistanê, ku hûn hatî hilbijartin, ji yekîtiya neteweyî, aştiya herêmî û ya gelan re bibe binemayek ewleyiyê daxwazên xwe serfiraziyê digihînin.

Heta niha Serokwezîriya hikumeta herêma Kurdistanê jî dinav de, we gelek erk bicîh anîn. Di erkê we yê nû de, ji bo çareseriya pirsgîrekên navxweyî, em bawer in hûn dê rêya diyalogê û aştiyane bidin ber.

Wekî HDP çareseriya pirsgîrêkên welat û herêmê me, bi vîna gel û diyalogê çareserî rêya rast dibînin.

Em hêvîdar in erkê we yê nû, di destpêkê de ji gelê başûrê Kurdistanê, ji tevayiya Kurdan re encamên xêrdar biafirîne. Bi hestên herî germ silavên xwe digihînin têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê ya gelê başûrê Kurdistanê.

Pervin Buldan – Sezai Temelli

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)

Hevserokên Giştî

29 Gulan 2019

 

 

C.B