Çekdaran êrîşî gundekî Efrînê kir û 7 kes birîndar kirin

Grûpeke çekdar êrîşî gundekî Efrînê kirin û gule bi ser gundiyan de berdan û 7 gundî jî birîndar kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpeke çekdar êrîşî gundekî Efrînê kirin û gule bi ser gundiyan de berdan û 7 gundî birîndar kirin.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, duhî grûpa çekdar bi navê El Hemzat a di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dike avêt ser gundê Kokanê ya ser bi navçeya Mabeta ve û xwastin bi zorê dest deynin hin malên Kurdan.

Wî jêderî da zanîn, dema gundî li hember wan çekdaran rawestiyan û nerazîbûn nîşan dan, wê grûpê xortê bi navê Mihemed Cemîl Mihemed girtin û li pêş gunduyan bi awayekî hovane eşkence dan. 

Amaje bi wê yekê kir jî, dema gundî li dijî wê grûpê derketin xwepêşandanê, çekdaran gule bi ser wan de berdan û di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Ji kesên hatine birîndarkirin û navên wan hatine zanîn ev in, jineke bi navê Zeyneb, Mihemed Betal, Henan Misto, Hisên Ebo Hisên û Husên Mihemed.

Amaje bi wê yekê jî kir, gundê Kokanê heta niha ji aliyê grûpa El Hemzat ve dorpêçkirî ye.

Ji dema Efrînê hatiye dagîrkirin,çekdaran bi sed hezaran koçberên Xûtaya Şamê, parêzgeha Helebê, Parêzgeha Humsê li Efrînê di malên Kurdên Efrînê de bicih kirine.

Ji ber êrîşa vê dawiyê ya rêjîma Sûriyê li ser parêzgeha Idlibê, bi hezaran koçberan berê xwe dane Efrîn û gundên wê, grûpên çekdar jî wan bi zorê di malên Efrîniyan de bicih dikin.

 

S. B