Hezên Emerîka li Enbarê rêkarên asayîşîyên tund dixin pêşêya xwe

Hêzên Emerîkayê li bingeha asmanîya Eyîn Esed, bingeha 70 li nêzîk Rutbe û sêkoçka sinûrî di navbera Îraq,Surya û Ûrdinê de. Rêkarên asayîşîyên tund xistine pêşîya xwe bo paraztina bingehên wan yên serbazî.

K24 – Hewlêr

Ev jî di demekê de ye ku di germîya alozî û girjîyên di navbera emerîka û Îranê de, girûpeka Çekdarên Şîie yên Îraqê, bi navê Enîya Şorişvanên Azadîxwaz, damezrandina xw ragehandin û di vîdyoyekê de serkirdeyekê ewê girûpê li ba ala ya Heşda Şeibî ve, gefan li hêzên Emerîkayê dike û dibêje: Serbazên Emerîkayê li welat dikîn armanc heya wan bi ser şorî ji Îraq diderxînîn.