Ewên zevîyên Kurdan dişewitînin taktîkên xwe guhertine

Li devera Heft Texar li başûra Kerkûkê ji sê alîyan ve agir berdan dexl û danên cotkarên Kurd. Xuya nîne kîne ewên evî karî dikinû û bo xelkê xuya nedîyare. Lê hêzên Îraqî dibêjin: Çekdarên Daişê ne.

K24- Hewlêr

Li devera Heft Texar li başûra Kerkûkê  ji sê alîyan ve agir berdan dexl û danên cotkarên Kurd. Xuya nîne kîne ewên evî karî dikinû û bo xelkê xuya nedîyare. Lê hêzên Îraqî dibêjin: Çekdarên Daişê ne.

ew çekdarên daxl û danên Kurdan dişewitînin, berê tenê agir berdidan daxl û danan; lê niha dema agir berddin daxl û danan û xwedîyên wan dexl û danan diçin agir vemirînin, teqe li wan dihê kirin û wan dikujin.

Di deh rojên bûrî de li sinûrê bajarokê Daquq dû hevwelatîyên Kurd hatîne kuştin û 12 yên din  jî birîndar bûne. Li şeva burî jî,  ji sê alîyan ve agir berdan dexl û danên gundê Heft Texar ser bi qezaya Daquqê li rojavaya Kerkûkê. Dema xwedîyên wan dexl û danan hewl dan agirî kontirol bikin, şereke mezin di navbera xwedîyên zevîyan û girûpeka çekdarên nenasîyayî rûda û hijmareka qurbanîyan jê çêbû.

Evro Yekêtîya Giştîya Cotkarên Kurdistanê di daxuyanameyekê de ku arasteya hikukmet, Perlemana Kurditsanê û Neteweyên Hevgirtî kirîye, nîgeranîya xwe nîşandan   ji rewşa cotkaran li deverên Kurdistanî yên derveyê rêveberîya Herêmê û tekez kir berpirsyartîya asayîşî ya wan deveran dikeve stûyê hikumeta Îraqê de. Daxwaz ji Neteweyên Hevgirtî jî kirye, rêgirîyê bike li bi erebkirinê li wan deveran.