YNK daxwaz dike rêkevtineka mukim li gel PDKyê hebe
Partîya Demukrata Kurdistanê(PDK) û Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) derê denûstandinan li beramber hevdû vekirî hêlane. Ev jî piştî wê yekê dihê ku YNKyê pişikdarîya civîna 28ê evê mehê ya Perlemana Kurdistanê nekir û ew civîn taybet bû bi hilbijartina serokê Herêma Kurdistanê.
K24- Hewlêr

Li ser evê yekê Kemal Kerkûkî, Endamê Mekteba Sîyasîya PDKyê dibêje: Piroseya pêkanîna hikumetê êdî nahêt gîrokirin û hevdem Em amdeyîne bû gotûbêjan.
Li beranber, Arêz Ebdullah, endamê serkirdatîya YNKyê tekez dike ku hêj delîve li pêşîya PDKyê û YNKyê maye, daku rêkkevtineka konkirîtî bikin , bi awayekê herdû alî pê re pabend bin.
Piştî hilbijartina Nêçîrvan Barzanî, wek serokê Herêma Kurdistanê, Perlamana Kurdistanê 10ê meha dahatî destnîşan kirîye bo sûndxwarina yasayîya serokê Herêmê. Berpirsên PDKyê û Ynkyê hewil didin berî wê demê arîşeyên di navbera herdû alîyan de çareser bikin ku ji hemûyan xuyatir jî posta parêzgarê Kerkûkê ye.