Daxwaz dihê kirin her serokatî bicivin
Cêgirê yekemê serokê Civata Nwênerên Îraqê, Hesen Kerîm Keibî, daxwaz kir her sê serokatî bo gengeşkirinê li ser rewşa Kerkûkê bicivin.
K24- Hewlêr
Cêgirê yekemê serokê Civata Nwênerên Îraqê, Hesen Kerîm Keibî, daxwaz kir her sê serokatî bo gengeşkirinê li ser rewşa Kerkûkê bicivin.
Keibî got jî: Li derdorê cejina Remezanê û bo gêngeşekirina valahîyên asayîşî û wan hêrişên teroristî yên li Kerkûkê rûdan, pêdivîye her sê serokatî civîneka bi lez encam bidin.
Keibî daxwaz jî kir, ew parêzgehên hanê ji milmilanêyên hizbî, olî û sîyasî bihên dûrxistin.
Şeva burî, zincîre teqînek li Kerkûkê rûdan û bi eger a wan teqînan jî hijmarek ji hevwelatîyan şehîd û birîndar bûn.