Daxwaz dihê kirin her serokatî bicivin

Cêgirê yekemê serokê Civata Nwênerên Îraqê, Hesen Kerîm Keibî, daxwaz kir her sê serokatî bo gengeşkirinê li ser rewşa Kerkûkê bicivin.

K24- Hewlêr

Cêgirê yekemê serokê Civata Nwênerên Îraqê, Hesen Kerîm Keibî, daxwaz kir her sê serokatî bo gengeşkirinê li ser rewşa Kerkûkê bicivin.

Keibî got jî: Li derdorê cejina Remezanê û bo gêngeşekirina valahîyên asayîşî û wan hêrişên teroristî yên li Kerkûkê rûdan, pêdivîye her sê serokatî civîneka bi lez encam bidin.

Keibî daxwaz jî kir, ew parêzgehên hanê ji milmilanêyên hizbî, olî û sîyasî bihên dûrxistin.

Şeva burî, zincîre teqînek li Kerkûkê rûdan û bi eger a wan teqînan jî hijmarek ji hevwelatîyan  şehîd û birîndar bûn.