Amara fermîya hejmara şehîd û birîndarên teqînên Kerkûkê hat ragehandin

Wezareta Saxlemîya Îraqê amara dawaîyê ya hijmara şehîd û birîndarên teqînên şeva burî ya Kerkûkê ragehand.

K24- Hewlêr

Wezareta Saxlemîya Îraqê amara dawaîyê ya hejmara şehîd û birîndarên teqînên şeva burî ya Kerkûkê ragehand.

 Evro,Heynî, Wezareta Saxlemîya Îraqê ragehnad:  Ji encama teqînên şeva bûrî li Kerkûkê dû hevwelatî şehîd bûne.

 Derbarê hejmara birîndaran jî wezaretê ragehand: 38 hevwelatî ku hejmareka wan zaro û jin in birîndarbûne û li jêr çavdêrî û çareserîya pizîşkî dane.

Berê jî çavkanîyên ne fermî behsa wê yekê dikirin ku 6 hevwelatî bi egera wan reqînan şehîd bûne û 19yên din birîndar bûne.