9 endamên Meclisa ŞaredariyaTetwanê hatin dûrxistin

Li Şaredariya Tetwanê, 9 Endamên Meclîsa Şaredariyê yên ji Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê, ji peywirê hatine dûrxistin. Endamên Meclîsa Şaredariyê jî radigihînin ku biryara hatiye girtin, ne hiqûqiye û zagon hatine binpêkirin û dê bi rêyên hiqûqî têkoşîna xwe bidomînin.

K24-Tetwan-Betlis-Wan

Li Şaredariya Tetwanê, 9 Endamên Meclîsa Şaredariyê yên ji Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê, ji peywirê hatine dûrxistin. Endamên Meclîsa Şaredariyê jî radigihînin ku biryara hatiye girtin, ne hiqûqiye û zagon hatine binpêkirin û dê bi rêyên hiqûqî têkoşîna xwe bidomînin.

Ji aliyê Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê ve di 21'ê Gulanê de, li gor 47. xala, zagona 5393'an biryara dûrxistina 9 endamên meclîsa rêvebiriya şaredariya Tetwanê yên ji HDP'ê, hatibû dayîn. Rêvebirên HDP'yî ku hatine dûrxistin, radigihînin ku ji ber ew di rêvebiriyê de zêdebûne, ev biryar hatiye derxistin û zagonî nîn e.

Berdevkê endamên meclîsa rêvebiriya Şaredariya Tetwanê yê HDP'ê û parêzer Dîyar Orak radigihîne ku ew zagona ku wek sedema dûrxistina rêvebiran hatiye nîşandan hiqûqî nîn e. Orak radigihîne ku ji bo rêvebirên ji HDP'ê dûr bixîn, bi sedemên cuda, dozên nû hatine vekirin û zagonên ku tên nîşandan re jî çi eleqeya biryarê nîn e.

Dîyar Orak (parêzer- berdevkê Meclîsa Rêvebir ya Tatwanê yê HDP'ê), got:"Ji bo ku mirov bizane, ji ber hêjmara me, di rêvebiriya şaredariyê de zêdebû û sedemên ku ji bo dûrxistina me hatiye dayîn jî ne hiqûqî ye, pêwist nake ku mirov hiqûqnas be. Ji ber ku biryareke ji aliyê hiqûqî ve ku gelek pirsgîrêk tê de hene hatiye dayîn. Li gor wê zagona ku destnîşan dikin, ne mumkune ku wezaret biryareke wiha bide. Ji ber ku ji bo bi wê zagonê me ji kar dûrbixin, divê lêpirsîneke li ser karê rêvebira be, lê wê deme me hêj dest bi kar nekiriye."

Rêvebirên şaredariya Tetwanê yên ji HDP'ê, radigihînin ku di hilbijartinan de, partiya wan zêdetir deng wergirtiye û di encaman de jî nakokî hene, lê bervedanên wan yên ji bo encamên hilbijartinan û dengên serokatiya şaredariyê jî hatine red kirin.

Çetîn Yilmaz jî yek ji wan endamên meclîsê ye ku ji peywira xwe hatiye dûrxistin û tîne ziman ku beriya hilbijiratinan galegalên ku dê HDP'ê ji rêvebiriyê dûr bixin hatine gerandin û ji bo ew di şaredariyê de biryardar nebin, ev biryar hatiye dayîn.

Çetîn Yilmaz (endamê Meclîsa Rêvebir yê Şaredariya Tetwanê ku hatiye dûrxistin), got:"Di 31'ê Adarê de, di hilbijartinan de em biserketin, 11 rêvebir yê wan bûn, 14 rêvebir yê mebûn û em ji wan zêdetirbûn. Lê belê em di serokatiya şaredariyê de jî biserketibûn, lê êvara hilbijartinan bi hîleyan û siyaseta gemar û qirêj serokatiya şaredariyê bidestve birin."

Li gor encamên hilbijartinên 31'ê Adarê, serokatiya şaredariya Tetwanê, teqrîben bi 500 dengî Partiya Edalet û Geşepêdanê Ak-Partî bidestve aniye û di meclîsa rêvebir de 11 endam ji Ak-Partî, 14 jî ji HDP'ê bûn. Piştî ku 9 endam ji HDP'ê hatin dûrxistin, 5 ji HDP'ê man û biryarên şaredariyê ketiye destê Ak-Partiyê.