Nêçîrvan Barzanî : Rûbirûbûna Terorê pêdivî bi hevahengîya Hewlêr û Bexdayê heye

Serokê hilbijartîyê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de teqînên şeva bûrî yên Kerkûkê şermezar kir.

K24- Hewlêr

Serokê hilbijartîyê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de teqînên şeva bûrî yên Kerkûkê şermezar kir.

Nêçîrvan Barzanî ragehand jî, rûbirûbûna evan hewlên teroristê pêdivî bi alîkarî û hevahengîya zêdetir heye di navbera alîyên Peywendîdarên hikumeta Fidralîya Îraqê û Herêma Kurdistanê û herdû alî divê bi ciddî kar li ser wê yekê bikin.

Deqa peyamê:

 

Behî û serexweşîya xwe digehînîn malbat û kesûkarên şehîdên zincîre teqînên teroristî yên Kerkûkê  û divê dema dijwar û bi azar hevsoj û hevxemîn li gel wan. Hêvîya saxlemî û zû çêvebûnê bo birîndaran dikîn û hemû damezraweyên pizîşkîyên Herêma Kurdistanê vekirîne û amedena bo pêşkeşkirina hemû alîkarîyekê.

Di demekê de Em bi tundî evan karên tirsok şermezar dikîn hêvîdarîn alîyên peywendîdar teroristan vebînin û bighin sizayên xwe yên yasayî. Berdewamî û firehbûna karên teroristî li deverên Kerkûkê û derdorê wê, amajeyên tirsdarên kara vebûna terorê û hewla alozkirin a wan deveranin. Rûbirûbûna van  hewlên teroristî pêdivî bi harîkarî û hevahengîya zêdetir heye di navber alîyên peywendîdarên hikumeta fidralîya Îraqê û Herêma Kurdistanê û herdû alî divê bi ciddî kar li ser wê yekê bikin.

Dilê me li ba kesûkarên Şehîdan û qurbanyane û xwedayê mezin sebir û hedarîyê bide wan.

Nêçîrvan Barzaanî

Serokê hilbijartîyê Herêma Kurdistanê