Bi Vîdyo.. Evro bi dehand donim dexl û danên cotkarên Kurd li Daqûq hat şewitandin
Berebeyana evro li dû cihên cûda agir beran dexl û danên cotkarên Kurd li sinûrê Daqûqê.
K24- Hewlêr
Berebeyana evro li dû cihên cûda agir beran dexl û danên cotkarên Kurd li sinûrê Daqûqê.
Nûçegihanê Kurdistan24 li wê deverê ragehand, evro li gundê Mensûr li komelgeha Hefttexar agir berdan dexl û danên cotkarên Kurd û bi dehan donimên zevîyên çandî bi genimê hatin şewitandin.
Got jî: Li gundê Topzawe ya Kakeyîyan ku dikeve başûrê Kerkûkê û ser bi bajarokê Daqûqê ve ye, agir berdane dexil û danên cotkarên Kurd.