Îmamoglu rastî êrîşa nîjadperestan hat
Namzetê CHPê yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, di dema ji nivêja Înê derket, rastî êrîşek bêrêzî ya çend nîjadperestan, hat
K24 – Navenda Nûçeyan
Namzedê CHPê yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, di dema ji nivêja Înê derket, rastî êrîşek bêrêzî ya çend nîjadperestan, hat.
Ekrem Îmamoglu, di dema derkeftina ji Mizgefta Yenîbosnayê, rastî êrişek bêrêzîyê ya Tirkên Nijadperest hat.
Çend grûb ji aligirên AKP-MHPê xwestin êrişî İmamoglu bikin, lê polisan pêşiya wan girtin.
Di di çalakiya Nijadperestan de, "Ekrem PKK, Ekrem Yewnan, Stenbol ya Me ye" û durişmên ayînî qeriyan.
Di heman demê de, di mizgeftên din ên Stenbolê de jî, çalakiyên li dijî Ekrem İmamoglu hebûn û heta êvarê berdewam kirin.
CHPê jî, Îro ev helwesta aligirên AKP-MHP, wek provakasyona desthilatdariyê binav kir.
C.B
