Civata Serkirdatiya PDK, bi serpereştiya Serok Barzanî dicive
Civata Serkirdatiya Partî qonaxên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmetê û rewşa navçeyên Kurdistanî gengeşe dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Civata Serkirdatiya Partî qonaxên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmetê û rewşa navçeyên Kurdistanî gengeşe dike.
Çavkaniyekê ji Kurdistan 24 re ragehand, Îro Civata Serkirdatiya Partî bi serpereştiya Serok Barzanî dicive, di civînê de qonaxên pêkanîna Kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û awayê sûndxwarina Serokê Herêma Kurdistanê û rewşa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dê werin gengeşe kirin.
Amaje bi wê yekê jî kir, dê gengeşekirina rewşa Îraqê û guhertinên navçeyê, tewerek din a civînê be.
C.B