Zêdetir ji 700 malbatên DAIŞê li Kerkûkê ne
Parlemantarekî Iraqê radigihîne, 710 malbatên DAIŞê li Kerkûkê hene û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, malbatên ku ji bajarên din ên Iraqê ne, vegerînin bajarên xwe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlemantarekî Iraqê radigihîne, 710 malbatên DAIŞê li Kerkûkê hene û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, malbatên ku ji bajarên din ên Iraqê ne, vegerînin bajarên xwe.
Parlemanterê di Parlemantoya Iraqê de Rêbwar Taha ji K24ê re ragihand, 710 malbatên DAIŞê li Kerkûkê hene, jê 260 malbat xelkê Kerkûkê ne û 450 malbat jî xelkê bajarên din ên Iraqê ne.
Got jî, di civînekê de wan ji parêzgar û hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê de gotin, divê hikûmeta Iraqê malbatên DAIŞê yên ji bajarên din in, vegerînin bajarên wan. Ewên ji xelkê Kerkûkê ne jî di kampan de bêne bicihkirin û di bin çavdêriya hêzên ewlehiyê de bin.
Rêbwar Taha ragihand jî, hêzên ku niha li Kerkûk ne xerîb in û ne şarezayî rewşa bajêr in, vê yekê jî hîştiye valahiyeke ewlehiyê çê bibe. Wek nimûne, berî teqînên Kerkûkê zanyarî li cem dezgeha îstixbaratê hebûn û wan bi xwe di civînê de nivîs pêşan dan ku zanyariyên wan derbarê wan teqînan de hebûn, lê nekarîn rêgiriyê lê bikin, ji ber ku ew ne xelkê bajêr in û ne şareza ne.
Amaje bi wê jî da, heger armanca Hikûmeta Iraqê parastina rewşa Kerkûkê ye, divê hevahengiyê bi Pêşmerge re bike, ji bo rewşa Kerkûkê biparêze.
Êvara 30î Gulanê 7 teqînan li Kerkûkê rû dan û 2 bombe jî hatin pûçkirin, di encamê de hejmarek kes bûn qurbanî.
S. B