Li Îdirê 7 leşkerên Tirk hatin kuştin û birîndarkirin

Li ser sînorê Tirkiye û Îranê di encama şerê Arteşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de 2 leşkerên Tirk canê xwe ji dest dan û 5 leşker birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li ser sînorê Tirkiye û Îranê di encama şerê Arteşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de 2 leşkerên Tirk canê xwe ji dest dan û 5 leşker birîndar bûn.

Ajansa Fermî ya Hikûmeta Tirkiyê ragihand, li Îdirê li nêzikî sînorê Tirkiye û Îranê di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şerek dijwar derketiye.

Aşkere kir jî, di encama şerî de 2 leşkeran canê xwe ji dest dane û 5 leşker jî birîndar bûne.

Piştî wî şerî Arteşa Tirkiyê dijî gerîlayên PKKê dest bi operasyona asmanî kir.

 

S. B