PDK: YNKê ji rêkeftinên bi me re poşman bû

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştî civîna Encûmena Serkirdatiya wê wê partiyê, ragihand, PDK ji bo berjewendiya xelkê nermî nîşan daye û neçûye bereya dijayetiya ti aliyekî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştî civîna Encûmena Serkirdatiya wê wê partiyê, ragihand, PDK ji bo berjewendiya xelkê nermî nîşan daye û neçûye bereya dijayetiya ti aliyekî.

Peyvdarê PDKê di konferanseke rojnamevanî de Ragihand, “Em bi YNKê re rêkeftibûn ku roja 18ê Sibatê civîna Parlemanto encam bide û Serokatiya Parlemantê bê hilbijartin, lê mixabin ew başdar nebûn û poşman bû. Piştî wê roja 4ê Adarê jî bi YNKê re 2 me rêkeftin îmze kirin û di piştre paşkoyek bo wan her du rêkftinan jî me îmze kir û me diyar kir ku çawa babet bêne çareserkirin. ”

Derbarê pirsgirêkên Kerkûkê de, Mehmûd Mihemd got: “Serok Barzanî û Kak Kusret Resûl li ser posta Parêzgarê Kerkûkê lihev kiribûn, lê YNKê poşman bû.”

Ragihand jî, “Bi YNKê re rêkeftibûn, ku berî hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmetê, tenê pirsa postan yekalî bibe û piştî pêkanîna hikûmetê pirsên din yekalî bikin. Lê mixabin YNKê bê serûberî û bê me agahdar bike vekişiya.”

Peyvdarê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, bi YNKê re li ser hemû tiştan rêkeftibûn û naveroka her du civînên me kiribûn, belav dikin.

Li ser dahatûya pêwendiyên PDK û YNKê, Peyvdarê PDKê got: “Divê rêkeftin bê bicihkirin, lê ta niha ti guftûgo me nekiriye û me gotina xwe gotiye. Ew bi rêkeftinê pabend nebûne û divê ew berpirsatiyê bixin stûyê xwe. Divê xelkê Kurdistanê vê yekê bizanibe.”

Derbarê pirsgirêkên şewitandina genimên cotkarên Kurd li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de got: “Ew di stûyê hêzên ewlehiyê de ye û divê rewşa niha ya Kerkûkê bê çareserkirin.”

 

S. B

Fly Erbil Advertisment