Li Colemêrgê 2 leşkerên Artêşa Tirk hatin kuştin
Li Bakurê Kurdistanê li navçeya Çelê ya Colemêrgê 2 leşkerên Artêşa Tirk hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Bakurê Kurdistanê li navçeya Çelê ya Colemêrgê 2 leşkerên Artêşa Tirk hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.
Parêzgariya Colemêrgê da xuyakirin, operasyonên Artêşa Tirkiyê li gundewarên navçeya Çelê berdewam dikin û da zanîn, li nêzîkî sînorê Başûrê Kurdistanê di navbera leşkerên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de şer derket.
Li gor agahiyên destpêkê, di encamê de 2 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin, 2 leşker jî birîndar bûne.
Operasyona artêşa Tirkiyê li ser sînorê Herêma Kurdistan, Îran û Tirkiyê ya roja 27'ê Gulanê li hember gerîlayên PKKê destpê kiribû, berdewam dike.
S. B