YNKyê peyamek arasteya PDKyê kir
Li bersiva pîroznbahînameya PDKyê(Partîya Demûkrata Kurdistanê) ku arasteya YNKyê (Yêkêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê) kiribû bi hilkevta damezirandina wê, YNKyê bi peyamekê bersiva PDKyê da.
K24- Hewlêr
Li bersiva pîroznbahînameya PDKyê(Partîya Demûkrata Kurdistanê) ku arasteya YNKyê (Yêkêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê) kiribû bi hilkevta damezirandina wê, YNKyê bi peyamekê bersiva PDKyê da.
Deqa peyamê:
rêzdarên Mekteba Sîyasîya PDKyê..
Silaveka gerim..
Supasîya birûskeya pîrozbahîyê û peyama dostaneya hewe dikîn, bihilkevta 44 salîya damezrandina YNKyê.
Di vê bîrewerîya mezin û pîroz de Em di YNKyê de tekez dikîn li ser hev xebatîyê û dostînîya di navber a Me de û hevahengî li navbera alîyên sîyasîyên Kurdistanê.
Hewe diltenah jî dikîn ku divê qonaxa niha de YNK ji hemû deman zêdetir yek dest û baştir yek helwêste bo çareserkirina pirsa rewaya gelê Me û pêşxistina piroseya sîyasî li Îraq û Herêma Kurdistanê û zêdetir xizmetkirina xelkê Kurdistanê.
Li gel rêzên Me.
Mekteba Sîyasî
Yekêtî ya Nîştîmanîya Kurdistanê
02/06/2019