Wezîrê derveyê Emerîkayê amadeya welatê xwe nîşan da bo danûstandinan li gel Îranê

Mayîk Pompêw, wezîrê derveyê Emerîkayê mercên Waşintunê aşkera dike bo gotûbêajan Li gel Îranê.

K24- Hewlêr

Mayîk Pompêw, wezîrê derveyê Emerîkayê mercên Waşintunê aşkera dike bo gotûbêajan Li gel Îranê.

Di kongireyeka rojnamevanî de li gel wezîrê derveyê Siwsra, Pompêw ragehand: Emerîka amadeye li gel Îraqnê dest bi danûstandinan bike bi wê mercê ku Îranê ti mercên pêşîn nebin.

Ragehand jî: arîşeya di navbera sê Emerîak ûş Îranê de  bo sîyaseta 40 salîya rijêma Îslamî divegere nekû sizayên Emerîkayê bo ser Îranê.

Amaje bi wê  yekê jî da, Emerîka berdewam dibe di hewlên xwe de bo guhertina sîyaseta Îranê li deverê.

Çend rojin Pompêw bo pirsa zêdekirina givaşên ser Îranê li Ewrûpaye û yekem welat jî serdana Elamanîyayê kir û biryare piştî Siwîsre jî serdana Birîtanîyayê bike.