Wezîrê derveyê Îraqê pîrozbahîyê li Nêçîrvan Barzanî dike

Bi boneya hilbijartina Nêçîrvan Barzanî, wek serokê Herma Kurdistanê, Wezîrê derveyê Îraqê, Mehemed Elhekîm, pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir û hêvîya serkevtinê bo xwazt di erk û karê nû de.

K24- Hewlêr

Bi  boneya hilbijartina Nêçîrvan Barzanî, wek serokê Herma Kurdistanê, Wezîrê derveyê Îraqê, Mehemed Elhekîm, pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî  kir û hêvîya serkevtinê bo xwazt di erk û karê nû de.

 

Di peywendîyeka telefonî de, Mehemed Elî Elhekîm, wezîrê derveyê Îraqa Fidaral pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî, serokê hilbijartîyê Herêma Kurdistanê kir û hêvîya serkevtinê ji wî re xwazt di kar û erkê nû de. Herweha tekez kir li ser pêşxistina peywendîyên Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina arêşeyan bi rêya danûstandinan.

 

 Li beranber Nêçîrvan Brazanî supasîya wî kir bo wê peywendîya telefonî û pîrozbahîyê û amadeyîya Herêma Kurdistanê nîşan da bo pêşvebirina peywendîyên Hewlêr û Bexdayê û çareserkirna arîşeyan bi rêya danûstabdinan û gotûbêjan.