PDK asayîvkirina rewşa Kerkûkî bi giringtirîn mijar dizane û YNK jî daxwaza rêkkevtinê dike
Alîyên sîyasî yên Kurdistanê naveşêrin ku çareserkirina arîşeyên Kerkûkê tenê bi alîyekê nahê kirin. Pêdivîye rêkkevtin li ser bihê kirin nemaze di navbera Partîya Demukrata Kurdistanê (PDK) û Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK).
K24 – Silêmanî
Alîyên sîyasî yên Kurdistanê naveşêrin ku çareserkirina arîşeyên Kerkûkê tenê bi alîyekê nahê kirin. Pêdivîye rêkkevtin li ser bihê kirin nemaze di navbera Partîya Demukrata Kurdistanê (PDK) û Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK).
Posta parêzgarê Kerkûkê û asayîvekirina kawdanên wê parêzgehê ew girê koreye ku heya niha di navbera PDK û YNKyê de nehatîye vekirin.
Herçende evan dû alîyan rêkkevtina li ser evan dû mijaran bo serok Mesûd Barzanî û Kosret Resûl hêlabûn û wan jî rêkkevtin kiribûn, lê YNK pabend nebû bi wê rêkkevtinê.
Niha Peywendîyên PDKyê û YNKyê sarî kevtîye têde.
Li ser vê mijarê Bêstûn Sabûrawayî, berpirsê borda pêgehandina kadirên YNKyê ragehand: Karê wan yê pêşîn bo posta parêzgarê Kerkûkêye li gel PDKyê, li beranber PDK asayîvekirina rewşa Kerkûkê bi giringtir dizane.
Ji alîyekê dî ve gotebêjê PDKyê deqa rêkkevtina di navbera PDKyê û YNKyê belav dike.
Mehmûd Mehemed tekez jî kir, li gor rêkkevtinnameyê hevterîb li gel pêkanîna kabîneya nûya hikumeta Herêma Kurdistanê, pirsa danan parêzgarekê jî bo Kerkûkê dê bihê yek alîkirin, neku li gel hilbijartina serokê Herêma Kurdistanê. Amaje bi wê yekê jî da ku YNK pabend nebûye bi rêkkevtinê.
Li ser giringîya yekxistina hewlan û yekdengîya alîyên Kurd, Mamosta Ceifer, endamê berê yê Mekteba Sîyasîya YNKyê di hevpeyvênbekê de li gel Kurdistan24ê, daxwaz kir alîyên sîyasî yên Kurdistanê berjewendîya bilinda xelkê Kurdistanê bixin berçavên xwe.
Mamosta Ceifer amaje bi wê yekê jî de ku rewşa deverên Kurdistanî yê derveyê Herêma Kurdistanê hestyare û pêdivî bi yek dengêyê heye.