Rûsya:Turkîya berpirsyare ji hêrişên terosristan bo ser hêzên Rûsyayê li Idlibê

Rûsya bersiva Emerîkayê dide û radigehîne: Hêrişên teroristan li parêzgeha Idlibê nahê qebûlkirin. Herweha berpirsrtîya wan hêrişan dixw stûyê Turkîyayê.

K24- Hewlêr

Rûsya bersiva Emerîkayê dide û radigehîne: Hêrişên teroristan li parêzgeha Idlibê nahê qebûlkirin. Herweha berpirsrtîya wan hêrişan dixw stûyê Turkîyayê.

Rûsyayê bersiva Emerîkayê da û ragehand: Ew hêrişên teroristan ewên li parêzgeha Idlibê dihên encamdan li dijî hêzên Rûsyayê nahên qebûlkirin. Herweha Rûsyayê daxwaz ji Turkîyayê kir  helwêsta xwe nîşan bide.

Dîmîtrî Pîskof, gotebêjê Kirîmlînê ragehand: Li perêzgeha Idlibê teroris hêriş dikin ser hêzên Rûsyayê û ev jî nahêt qebûlkirin.

Pîskof got jî: Berpirsyartîya evan hêrişan dixîn stûyê Turkîyayê û li ser evê mijarê jî li gel Enqereyê kar dikin û di operasyonên xwe de berdewam dibin.