Beşîr Hedad: Şandeka bilinda hikumeta Herêma Kurdistanê serdana Bedayê dê bike

Cêgir serokê Perlemana Îraqê aşkera dike, piştî pêkanîna kabîneya nû şandeka bilnd a hikumeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike.

K24- Hewlêr

Cêgir serokê Perlemana Îraqê aşkera dike, piştî pêkanîna kabîneya  nû şandeka bilnd a hikumeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike.

Beşîr Hedad, Cêgir serokê Perlemana Îraqê bi Kurdistan24 ragehand: Pitşî pêkanîna Kabîneya nû ya hikumeta Herêma Kurdistanê, şandeka bilinda hikumeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dê bike bi armanca çareserkirina arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de daku rêkkevtineka Tukme li gel Bexdayê wajû bike û êdî her sal Herêma Kurdistanê hevrûşî van arîşeyan nebe.