Li Navçeya Lice ya Diyarbekirê, goristanek hat tarumar kirin

Li Navçeya Lice, di roja yekê ya Cejna Remezanê de, hêrişek li ser goristanakê hat kirin û di encamê de, bi dehan gorên mirîyan hatin xerabkirin û şikandin.

K24- Hewlêr

Li Navçeya Lice, di roja yekê ya Cejna Remezanê de, hêrişek li ser goristanakê hat kirin û di encamê de, bi dehan gorên mirîyan hatin xerabkirin û şikandin.

Ew malbatên vê sibehê li lice çûn serdana gorên mirîyên xwe li gorustana Sîsê, rastî hêrişeka xerabkirina goran hatin ku bi mircan ve şkandine.

Goristana Sîsê li navçeya Licê yê, di operasyona 2015yê de jî, ji alyê leşkeran ve hatibû tarûmarkirin.

Malbatan dan zanîn di roja cêjna remezanê de, operasyon tên kirin û goristanên wan tên şikandin û xerabkirin.

Beriya çendekê jî, li Batman Gundê Beşeirîyê goristaneke Kurdên Ezdiyan xerab kiri bûn.