Tirkiye bi fermanekê Endamê Meclisa Bajarvaniya Şirnex ji kar dûrxist
Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê, bi fermanekê Endamê Meclisa Bajarvaniya Şirnex yê HDPyî, ji kar dûrxist.
K24- Hewlêr
Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê, bi fermanekê Endamê Meclisa Bajarvaniya Şirnex yê HDPyî, ji kar dûrxist.
Li Bakurê Kurdistanê, ji kar dûrxistina endamên meclisan yên HDPê berdewam dike.
Di hilbijartinên 31ê Adarê de, Ali Akdeyiz li şirnexê wek endamê meclisa bajar hati bû hilbijartin.
Endamê Meclisa bajarê Şirnexê Ali Aydeniz, pesenda wî ji aliyê komisyonê ve hatiye radest kirin, lê piştî hilbijartinan hat binçav kirin.
Bi fermana Wezareta Navxweyî, dîsa pesenda wî jê hate standin û ji kar hate dûrxistin.
Wezareta Navxweyî beri niha jî, endamê meclisa bajar Selahaddin Barinç, ji kar dûr existi bû.
HDPê bi daxûyaniyekê biryara wezreta navxweyî şermezar kir û got, li Tatwanê jî 9 endamên meclisêe ji kar hati bûn dûr xistin.