Erdogan:Em ji kirîna S400ê poşman nabîn
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan careke din radigihîne: Ew ji kirîna S400ê poşman nabîn.
K24- Hewlêr
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan careke din radigihîne: Ew ji kirîna S400ê poşman nabîn.
Erdogan piştî nimêje cejnê bersiva pirsên rojnamevanan da û li ser meseleya kirîna mûşekên S400an diyar kir: Ew rijdin li ser peymana xwe ligel Rusyayê ji kirîna mûşekên S400 navegerin.
Erogan got: Li ser meseleya S400an gava ko me avêtiye diyar e. Me rêkeftinek kiriye û em rijd in li ser wê rêkeftinê. Bi ti awayî em nikarin ji biryara xwe ber paş ve vegerin.
Got jî:Me pêşniyarek bo Amerîkayê jî kir. Me got em şandeyên hevbeş ava bikin û bila ev şande li ser S400ê xebat û lêkolînê bikin.
Herweha got: Ji bilî vê pêşniyarê Me ji Amerîkayê re got: Sîstemên Patryotan bifroşin Me. Lê divê şert û mercên patryotan jî wekî yên Rusyayê xweş û erenî bin. Ger şert û merc xweş bin Em dikarin ji bo patryotan gavan bihavêjin. Lê Amerîka bersiveke bi dilê Me neda.