Fermandeyekê Pêşmerge: Danûstandinan li gel Bexda heye liser vegerana Pêşmerge bo Kerkûkê
Fermandeyekê Hêzên Pêşmerge li roja yekema cejnê,daxwaza yekrêzî dike û aşkera jî dike ku hewlên Pêşmerge hene daku vegerin bajarê Kerkûkê.
K24- Hewlêr
Fermandeyekê Hêzên Pêşmerge li roja yekema cejnê,daxwaza yekrêzî dike û aşkera jî dike ku hewlên Pêşmerge hene daku vegerin bajarê Kerkûkê.
Nûrî Heme Elî, berpirsê mîhwera Pirdê yê hêzên Pêşmerge, taybet bi Kurdistan24 re ragehand: Em li gel hikumeta Îraqê di danûstandinan de ne ku hêzên Pêşmerge vegerin cihên xwe yên berê li Kerkûk û derdorê wê daku tenahî û akincî bo wê deverê vegere.
Li ser bizavên Daişê jî got: Raste çekdarên Daişê, şîyana çeper dananê nemane li dijî hêzên Pêşmerge û sûpayê Îraqê , lê bi rêya şane yên wan yên razayî metirsîyên wê yekê heye careka dib ser dildin.
Nûrî Heme Elî, li ser rewşa Herêma Kurdistanê jî got: Hêvêdarîn ev cejin dûr be ji axivtinên nerêk ewên di mêdyayayn de dihên kirin û bi hev re hewl bidîn Kurdistanê biparêzîn.