Wezîrê Derve yê Behreynê peyameka pîrozbahîyê arasteyê Nêçîrvan Barzanî dike

Xalid Bin Ehmed Xelîfe, weîzrê derve yê Behreynê peyameka pîrozbahîyê arasteyê Nêçîravn Barzanî kir bi boneya hilbijartina wî wek serokê Herêma Kurdistanê.

K24 Hewlêr

Xalid Bin Ehmed Xelîfe, weîzrê derve yê Behreynê peyameka pîrozbahîyê arasteyê Nêçîravn Barzanî kir bi boneya hilbijartina  wî wek serokê Herêma Kurdistanê.

Eva jêr jî deqa peyama wezîrê derve yê Behreynê ye bo Nêçêrvan Barzanî:

 

Silavê Xudayê mezin li hewe be

Dilşadim pîrozbahîyên xwe li cenabê we bikim bi hilkefta hilbijartina we wek serokê Herêma Kurdistana Îraqê, ku amje û derbire bo hewlên hewe yên berçav di xizmetkirin û pêşxistina Herêma Kurdistanê di hemû waran de. Herweha rengvedana astê bawerî û mitmaneya gele bi şîyanên we ji bo bidestvehînana hêvî û xwaztên gelê Kurdistanpê li pêşkevtin û geşekirina zêdetir.

Her bi vê boneyê, bi delîve dizanim, ku şanazî û pêzanînên Şahgeha Behreynê  bi Herêma Kurdistana Îraqê û rola wê giring  di rabûn û pêşkevtina Îraqê de tekezê bikim bo cenabê we.

Hêvîya serkevtinê bo hewe yên rêzdar û pêşkevtin û xweşguzeranîyê bo gel û hikumeta Herêma Kurdistanê dixwazîn.

 

Xalid Bin Ehmed Bin Mehemed Alxelîfe

Wezîrê Derveyê Şahgeha Behreynê

29, Eyarê, 2019