Wezîrê Derve yê Behreynê peyameka pîrozbahîyê arasteyê Nêçîrvan Barzanî dike
Xalid Bin Ehmed Xelîfe, weîzrê derve yê Behreynê peyameka pîrozbahîyê arasteyê Nêçîravn Barzanî kir bi boneya hilbijartina wî wek serokê Herêma Kurdistanê.
K24 Hewlêr
Xalid Bin Ehmed Xelîfe, weîzrê derve yê Behreynê peyameka pîrozbahîyê arasteyê Nêçîravn Barzanî kir bi boneya hilbijartina wî wek serokê Herêma Kurdistanê.
Eva jêr jî deqa peyama wezîrê derve yê Behreynê ye bo Nêçêrvan Barzanî:
Silavê Xudayê mezin li hewe be
Dilşadim pîrozbahîyên xwe li cenabê we bikim bi hilkefta hilbijartina we wek serokê Herêma Kurdistana Îraqê, ku amje û derbire bo hewlên hewe yên berçav di xizmetkirin û pêşxistina Herêma Kurdistanê di hemû waran de. Herweha rengvedana astê bawerî û mitmaneya gele bi şîyanên we ji bo bidestvehînana hêvî û xwaztên gelê Kurdistanpê li pêşkevtin û geşekirina zêdetir.
Her bi vê boneyê, bi delîve dizanim, ku şanazî û pêzanînên Şahgeha Behreynê bi Herêma Kurdistana Îraqê û rola wê giring di rabûn û pêşkevtina Îraqê de tekezê bikim bo cenabê we.
Hêvîya serkevtinê bo hewe yên rêzdar û pêşkevtin û xweşguzeranîyê bo gel û hikumeta Herêma Kurdistanê dixwazîn.
Xalid Bin Ehmed Bin Mehemed Alxelîfe
Wezîrê Derveyê Şahgeha Behreynê
29, Eyarê, 2019