Iraq: Bexdadî li deverek liser sînorê Sûriye-Iraqê dimîn e

Fermandarek Iraqê cihê Ebû Bekir elBexdadî eşkere dike û radighîne, ew li deverek sinorî ya di navbeyna Sûriyê û Iraqê de dimîn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarek Iraqê cihê  Ebû Bekir elBexdadî eşkere dike û radighîne, ew li deverek sinorî ya di navbeyna Sûriyê û Iraqê de dimîn e.

Rêvebirê Hewalgîriya Leşkerî ya Iraqê  Lîwa Rukin Se'ed Mezher  ragihand, Serkirdeyê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî li devereke sînorî ya di navbeyna Sûriyê û Iraqê de dimîn e.

Lîwa Rukin bo Ajansa Sputnîk a Rûsî diyar kiriye, Serkirdeyê DAIŞê  li navçeyên sînorî yên Sûriyê û Iraqê û bi taybet li byabana di navbeyna  parêzgeha Hûmis û Enbarê de dimîn e û carûbar hatinûçuna navçeya Be'ac  dike.

 

 

C.B