Hewlêr bû endam di Rêxistina Navneteweyî ya Francophonie de
Di 89emîn Kongreyê Rêxistina Navneteweyî ya Frankofonî li bajarê Kîgalî yê Rûwandayê bi tevayiya dengan Hewlêr bû endamê vê rêxistinê
K24 – Navenda Nûçeyan
Parêzgeha Hewlêrê dibe endam di Rêxistina Navdewletî ya Frankofonî de.
Di 89emîn Kongreyê Rêxistina Navdewletî ya Frankofonî li bajarê Kîgalî yê Rûwandayê bi tevayiya dengan Hewlêr bû endamê vê rêxistinê.
Seroka Rêxistina Navdewletî - Frankofonî An Hîdalgu, spasiya şanda Hikûmeta herêma Kurdistanê kir, ku bo yekem car beşdarî vê Kongreyê kir e û bi pêwîst jî zanî, bajarê Hewlêrê bibe endam û pêwendîya wê ligel bajarên din ên cîhanê hebe.
Di beramber de jî, parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî spasiya Serok û endamên rêxistinê kir, ji bo wergirtina Hewlêr wekî endam, di vê rêxistina navdewletî de.
Rêxistina Navdewletî ya Frankofonî ji 194 bajaran ji 51 welatan pêk tê û armanca wê, alîkariya di hemû warên jiyanê de, di navbeyna bajaran de ye.
C.B