Rûssneft dest bi qonaxek nû ya lêgerîna petrolê li Kurdistanê dike
Kompanya Rûssneft bi jivan e îsal, dest bi qonexek nû ya lêgerîna petrolê, li Herêma Kurdistanê bike

K24 – Navenda Nûçeyan
Kompanya Rûssneft bi jivan e îsal, dest bi qonexek nû ya lêgerîna petrolê, li Herêma Kurdistanê bike.
Ajansa Tass a Rûsyayê liser zarê Serokê Bicîkar yê Kompanya Rûssneft Îgor Sîçînî belav kiriye, ku ew kompanya bi jivan e îsal li navçeya Bicîl a ser bi qezaya Akrê ve li petrolê bigere.
Ji aliyê xwe ve Ajansa Înterfaks amaje bi wê yekê kir, Kompanya Rûssneft pêşbîniya wê yekê nake, ku îsal daketinek berçav di berhemanîn a di projeyên hevbeş yên digel kompanya BDFSA a Venezuelî tomar bike.
C.B