Rifat Esed di meha Berçile de, li Fransayê tê dadgeh kirin
Roja 9ê Berçile ya îsal Rifat Esed - Mamê Serokê Sûriyê li Fransa tê dadgeh kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Roja 9ê berçileya îsal Mamê serokê Sûriyê li Fransa tê dadgeh kirin.
Ajansa France Press a Fransî ji çend çavkaniyan veguhestiye, Dadgeheke Fransî ji rojên 9 ta 18ê meha Berçile ya îsal dê dest bi dadgehkirina Rifaet Esed mamê Serokê Sûriyê Beşar Esed bi tometa spîkirina pereyan û dizîna pereyên giştî yê Sûriyê, bike.
Ligorî ajansa navborî, Hikumeta Fransa dest daniye ser avahiyên Rifaet Esed, ku ji du Hotêl û nêzî 40 şiqeyan li taxên herî xweş yên Parîsê ne, û diyar kir, navborî 500 avahiyên din li Îspanya jî heye, ku bihayê wan zêdetirî 600 milyon dolar e.
Mamê Serokê Sûriyê ji sala 1984an ve, piştî encamdan a derbeyek leşkerî li dijî birayê xwe Hafiz Esed, ku wê demê Serokê wî welatî bû li derveyî Sûriyê dijî.
C.B