Hewlêr bi hawara Şingal, Geyare û Tilefer ve çû

Li Şingal, Geyare û Tilefer agir girt zeviyên cotyaran, Tîmên agirvemirandinê ji Hewlêrê bi hawara wan navçeyan ve çûn

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Şingal, Geyare û Tilefer agir girt zeviyên cotyaran, Tîmên agirvemirandinê ji Hewlêrê bi hawara wan navçeyan ve çûn.

Cîgirê Parêzgarê Mûsilê ji Kurdistan 24 re ragehand, tîmên agirvemirandinê yên Hewlêrê bi hawara tîmên agirvemirandina Mûsilê ve çûn e ji bo vemirandina wî agirê, ku li Şingal , Geyare û Tileferê rû daye, çûn e.

Navborî got jî, ew hawarçûn liser daxwaza parêzgarê Mûsilê ji bo saziyên Herêma Kurdistanê bûye, da ku alîkariya wan di vemirandina wî agirî de, bikin.

 

 

 

C.B