Hekîm: Arîşeyên Hewlêr û Bexdayê yekêtîya axa Îraqê dixe di metirsîyê de

Serkirdeyê Rewta Hikme ya Nîştîmanî dibêje: Bo paraztina yekêtîya axa Îraqê divê arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê bihên çareserkirin.

K24- Hewlêr

Serkirdeyê Rewta Hikme ya Nîştîmanî dibêje: Bo paraztina yekêtîya axa Îraqê divê arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê bihên çareserkirin.

Emmar Hekîm, serkirdeyê Rewta Hikme ya Nîştîmanî, di gotara nivêzja Cejnê de tekez kir li ser çareserkirina arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Hekîm ragehand: Divê di dema dahtî de hikumetên Îraqê û Herêma Kurdistanê peywendîyên xwe careka din rêkvexin û dosêyên xwe çareser bikin.

Hoşdarî jî daye li ser peqîna rewşê; eger herdû alî arîşeyên çareser nekin, bi gef û metirsî  li ser yekêtîya axa Îraqê daye zanîn.

Piştî heriftina rijêma  Sedam, gelek arîşe di navbera Hewlêr û Bexdayê de bê çareserî mane wek arîşeya devrên Kurdistanî li derveyê rêveberîya Herêmê, arîşeya petrolê û bicinekirina destûrê.