Emerîka: Em kar li ser guhertina rjîma Sûryê nakin û ev karê gelê wê ye
Şanderê Emerîkî jibo dosê ya Sûryê raghand, ew kar li ser guhertina rjîma Sûryê nakin û çarenvîsa rijêmê gelê Sûryayê destnîşan dike.
K24- Hewlêr
Şanderê Emerîkî jibo dosê ya Sûryê raghand, ew kar li ser guhertina rjîma Sûryê nakin û çarenvîsa rijêmê gelê Sûryayê destnîşan dike.
Ceyimis Cêfrî şanderê Emerîkî jibo dosê ya Sûryê di daxuyanîyekê de raghand, ew ti rolên erênî di rêveberya Beşar Esed de li Sûryê nabînin û wî jî bi baş nabînin di mjarên şerê terorê de .
Tekez jî kir Emerîka kar li ser guhertina rjêma Sûryê nake û mjara rola Esed di pêşeroja Sûryê de gelê Sûryê destinîşan dike. Bi gotna wî ew piştevanya danîna destûrekê dikin ku serederya dewletê bi gel re biguhere.
Herweha Cêfrî red kir ku wan û Îsrayîlê pilanek bo Rûsyê amade bikin daku li beramber vemana Esed; hêzên Îranî ji Sûryê vekşin. Li ser vê mijarê got: Civînek derbarê rojhelata navîn dê bihê encamdan û ew neha kar liser hurgulyên wê civînê dikin.