Rêveberîya Xweser nûçegihanê televizyoneke hikûmeta Sûriyê li Qamişlo girtin

Hêzeke ser bi Rêveberîya Xweser ve nûçegihanê televizyoneke ser bi hikûmeta Sûriyê ve li Qamişlo girtin.

K24- Hewlêr

Hêzeke ser bi Rêveberîya Xweser ve nûçegihanê televizyoneke ser bi hikûmeta Sûriyê ve li Qamişlo girtin.

Rewangeha Sûriyê ya Mafê mirovan belav kirîye, hêzeke ser bi Rêveberîya Xweser ve, nûçegihanê telefzyona Elexbarîye Elsûriye ya ser bi hikûmeta Sûryiê ve Mehemed Elsexîr di dema ku ji Qamişlo berev bajarê Hesekê ve diçû, bi tuhmeta amadekirina raportên televizyonî di berjewendîya hikûmeta Sûriyê de, girtin.

Medya ser bi hikûmeta Sûriyê ve, li bajarên Qamişlo û Hesekê çalakîyên alîgr bo hikûmetê encam didin û rûmal dikin û li dijî Rêveberêya Xweser ûHSDyê raporên televizyonî belav dikin.