HSD 2 jin û 6 zaroyên çekdarên Daişê radestê Emerîakyê dike

Evro Çarşembîyê, berpirsekê Hêzên Surya Demukrat (HSD) ragehand: Wan 2 jin û 6 zaro yên emerîkayî radestê hikumeta Emerîkayê kirin.

K24- Hewlêr

Evro Çarşembîyê, berpirsekê Hêzên Surya Demukrat (HSD) ragehand: Wan 2 jin û 6 zaro yên emerîkayî radestê hikumeta Emerîkayê kirin.

Kenala RT li gor ajnasên nûçeyan veguhaztîye ku berpirsekê HSDyê ragehandîye: Hêzên Surya Demukrat li gor daxwazîya hikumeta Emerîkayê, 2 jin û 6 zaro ji malbatên çekdarên Daişê radestê wî welatî kirine.

Heftîya bûrî jî HSDyê 148 zaro û jin ji malbatên Daişîyan radestê Ozbekistanê kirin û 5 zaroyên sêvî jî ji malabatên Daişîyan radestê hikumeta Nerwîcê kirine.

Yekşembîya burî  jî Rêveberîya Xweser li Rojhilata Suryayê ragehandibû ku wan li serdaxwazîya serok hozên deverê, 800 jin û zaro ji malabtaên çekdarên rêkxistîya Daişê ji kempa Holê, li gundewarên rojhilata Hesekeyê azad kirine û bi karwan karwan dihên veguhazrin bo bajarê Reqe û Tebeqeyê.

Kempên Rojava ya Kurdistanê 12 hezar bîyanî têde hene,  4000 jin û 8000 zaro ji malbatên tundrewên bîyanî yên Daişê. Di pişkên cuda û taybet dijîn û çavdêrîyeka asyaîşîya tund ji wan re dihê kirin.

Hinek welat jî qebûl nakin hevelatîyên wan ji malbatên çekdarên Daişê vegerin, yek ji wan welatan jî Firansaye  ku renge tenê zaro yê sêvî yên tundrewên Firansayî vegerîne û di meha burî de jî 5 sêvî vegerandin.