Îran ji navbeynkariya Japonyayê geşbîn e

Îran bi navbeynkariya Japonyayê, ya di navbeyna wan û Amerîkayê de geşbîn e

K24-Navenda Nûçeyan

Îran bi navbeynkariya Japonyayê, ya di navbeyna wan û Amerîkayê de geşbîn e.

Cîgirê Wezîrê derve yê Îranê Ebas Êraqçî ragihand, welatê wî bi destpêşxeriya Japonyayê bo navbeynkariya navbera Îran û Amerîkayê de geşbîn e. Got jî, Japonya dikare rolek erênî bibîn e û bandoriyê liser Amerîkayê dirust bike.

Hêvî jî xwest, seredana Serokwezîrê Japonyayê bo Tehranê aloziyên wan yên digel Amerîkayê kêm bike.

Biryar e hefteya bê, Şînzo Abê seredana Tehranê bike û digel Rêber û Serokomarê Îranê bicive. Ew seredan, bi taybet bi armanca navbeynkariyê di navbeyna Îran û Amerîkayê pêk tê.

 

 

C.B