Rûsya: Nabe bejewendiyên Kurd li Sûriyê li ber çav neyin girtin

Nûnerê Rûsya li Netewên Yekgirtî Vasily Nebenzya ragihand, di çarçova guftûgoyên asayîkirina rewşa Sûriyê de, nabe berjeweniyên gelê Kurd li ber cav neyin girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Rûsya li Netewên Yekgirtî Vasily Nebenzya ragihand, di çarçova guftûgoyên asayîkirina rewşa Sûriyê de, nabe berjeweniyên gelê Kurd li ber cav neyin girtin.

Derbarê krîza Sûriyê û çareserkirina pirsa Kurd ji aliyê welatê wî ve, Nûnerê Rûsya li Netewên Yekgirtî Vasily Nebenzya ji K24ê re ragihand, Kurd beşek ji civaka Sûriyê ye, bêgûman nabe di çarçova guftûgoyên asayîkirina rewşa Sûriyê de berjewendiyên gelê Kurd li ber çav neyin girtin.

Got jî: Rûsya piştevaniya yekperçeyîya xaka Sûriyê dike, hevdem jî piştevaniyê li her pêşveçûneke siyasî di navbera wî welatî û pêkhateyên wî de dike, di nava wan de jî Kurd.

Diyar kir, pirsa Sûriyê heta astekî hatiye çareserkirin û piraniya xaka wî welatî ji aliyê hikûmeta yasayî ve hatiye kontrolkirin. Pirsa siyasî ta dawiyê çareser nebûye. Ti pirsgirêkek bi riyên leşkerî çareser nabin, belkû divê hemû pirsgirên li ser masa guftûgoyan tên danîn. Niha şert û mercên wê yekê tên dirustkirin, ku prose li rûyê siyasî ve jê bêne asayîkirin. Ta cihê pêwîst, pirsgirêkên wî welatî bi riyên leşkerî hatin çareserkirin.

Nûnerê Rûsya li Netewên Yekgirtî derbarê herêmên Kurdî de got: Pirsgirêkên bakurê Sûriyê bi temamî yekalî nebûne û hêzên biyanî lê hene û ew ne li ser daxwaz û razemendiya Sûriyê hatine. Me pirsa terorê li Sûriyê çareser kir, lê asayîkirina rewşa siyasî demeke zêdetir pê pêwîst e.     

 

 

S. B