Du Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê canê xwe jidest dan

Şeva bûrî û di encama bûyereke çûnûhatinê de, du Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şeva bûrî û di encama bûyereke çûnûhatinê de, du Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê canê xwe jidest dan.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, bûyera çûnûhatin li nêzîkî gundê Werê Xoşnawetî yê sînorî rû da û her du Pêşmergeyên canê xwe jidest dane ser bi Partiya Komela Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê baskê Omer Elîxan zade ve ne.

Di wê derbarê de Komele daxuyaniyek derbarê wê bûyera çûnûhatinê de belav kir û ragihand, “Di dema guhartina cihên Pêşmergeyan li ser sînor de, du hevalên me canê xwe jidest dan û du heval jî bi giranî birîndar bûn.”

Yek ji Pêşmergeyan jin e û bi navê Lêmo û yê din jî bi navê Zîyos Wekîlî ye û ew her du xelkê Rojhilatê Kurdistanê ne.

 

 

S. B